Greva Birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê di roja 3’an de didome

Greve Birçîbûnê ku dîlgirtiyên PKK û PAJK’ê ku di zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin di roja 3’an de didome.
Yek jî wan dîlgirtiyê azadiyê Xemgîn Karataş ku li girtîgeha Tîpa T ya navçeya Bolvadin a bajarê Afyonkarahîsar de dimîne bi rêka malbata xwe peyamek şand û got:
“Rêber Apo ji bo me xeta dawî ye.
Tecrîda li îmraliyê belavê her derê bûye,
Ji bo ku tecrît li ser gelê me rabe tişta ku ji destê me bê em bikin”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bûn.

Xemgîn Karataş ku yek ji dilgirtiyê azadiyê ye li girtîgeha Tîpa T ya navçeya Bolvadin a bajarê Afyon de dimîne bi rêka malbata xwe ra pêyamek şand û got:

“Ji bo ku tecrît li ser gelê me rabe tişta ku ji destê me bê em bikin.”

Dîlgirtiyê azadiyê Xemgîn Karataş: Rêbertî xeta me ya dawî ye

“Wekî hun dizanin salvegera damezrandina PKK’ê bû.

Em ji hemû gelê xwe û ji gerilayan re serkeftinê dixwazin.

Wekî ku hun dizanin li ser Rêber Apo tecrîtek mezin û giran heye.

Ew tecrît belavî gelê kurd û hemû girtigehan buye.

Rêbertî ji bo me xeta dawî ye, ji ber wê em jiyana Rêbertî meraq dikin.

Ew sê salin ne malbat ne jî parêzerên wî pêra nikarin biaxifin.

Ji ber wê û ji bo ku em egahiyekê ji Rêber Apo bigrin me çalakiya bi dorveger ya birçibuyînê da despê kirin.

Karataş ji malbata xwe re ragihand ku ew weke koma ewil dê 15 rojan di greva biçîbûnê de bimînin û ev bang kir:

“Emê 15 rojan di gireva birçîbuyînê de bimînim ji ber wê jî min xwest agahî bidim.

Ji bo ku tecrît li ser gelê me rabe tişta ku ji destê me bê wekî zindanan em ê bikin.

Ji bo ku tecrît bê şikandin ez û hevalê xwe Gökan 15’e rojan em di greva birçîbuyînê ya dorvegerda de bin.”

Greva Birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê di roja 2’an de didome

Back to top button