Mezlûm Ebdî: Tirkiye aloziyên herêmê li dij herêmên me bi kar tîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji çapemeniya amerîkî re got Tirkiye rageşiyên li herêmê ji bo xwe bi kar tîne nexasim şerê Xezayê, da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.

Fermandarê QSD’ê di hevpeyvînekê bi malpera Monitor a Amerîkî re piştrast kir ku êrişên Dewleta Tirk ziyanê li şerê li dijî DAIŞê dike û helwesta Amerîkayê jî qels e.

Mezlûm Ebdî: Em naxwazin bibin qada şer di navbera Îran û Amerîkayê de

Têkildarî tevliheviya di navbera Îran û Amerîkayê ya li Sûriyê de jî diyar kir ku ew naxwazin herêma wan bibe qada şer di navbera herdu aliyan de.

Nexasim ku derxsitina hêzên amerîkî ji Sûriyê, bi planeke hevbeş a Tirkiye û Îran û Hikûmeta Şamê ve girê da.

Mezlûm Ebdî: Ne çareserkirina dozên Kurd û Filestînê aramiyê nahêle

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo şerê di navbera Hemas û Israîlê de diyar kir ku ne çareserkirina dozên Kurd û Filestînê bi rengekî adilane, dibe çavkaniya herî mezin a ne aramiya li Rojhilata Navîn ”

Mezlûm Ebdî nameyek ji serokê Filestînê re şandiye

Her wekî eşkere kir ku wî nameyek bo Serokê Desthilata Filestînê Mehmûd Ebas re şandiye ku piştgiriya ji gelê Filestînê re nîşan daye û daxwaza çareseriya herdu dewletan kiriye.

Back to top button