Mehmûd Ebas: hames nûnertiya gelê filistînê nake

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake, anî ziman ku çareseriyek siyasî dikare dagirkeriyê bi dawî bike, divê Filistînî bên parastin û korîdorên mirovî bên vekirin.

Roja Yekşemê (15’ê Cotmehê) serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî.

Li gorî medya cîhanê di peywendiya xwe ya bi telefonê re wiha gotiye:

“Divê êrişa Îsraîlê ya li ser Gazeyê demek ji yadin zûtir raweste.

Divê Filistînî bên parastin, ji bo Xezeyê korîdorên alîkariya mirovî bên vekirin, av, ceyranû sotemenî ji bo welatiyên li wir bên şandin.”

Ebas di dewamê de ragihand ku ew dijî koça bi darê zorê ya ji Gazeyê ye û got:

“Em li dijî kuştina sivîlên her du aliyanin û bang li her du aliyan dikin ku girtî, dîl û sivîlan berdin.”

Mehmûd Ebas diyar kir Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake anî ziman ku nûnerê Filistînê Rêxistina Rizgariya Filistînê ye.

Ebas di dawiyê de destnîşan kir ku pêdiviya çareseriyeke siyasî wê dagirkeriyê bi dawî bike.

Back to top button