Hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Girê Spî Sena El Elî da zanîn ku ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker depoya avê ya li gundê El Fatse ji xizmetê derketiye û av li ser gelek gundan qut bûye.
Hevseroka Gerînendetiya Avê Sena El Elî diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên li gundê Şirgirakê (2 km dûrî gundê Fatse ye) kesên nêzî herêmê dibin, dikin hedef.
Sena El Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker xeta sereke ya avê ji stasyona Hîşê dide depoyê û bedenê hola sereke ya stasyonê topbaran kirine.
Hevseroka Gerînendetiya Avê diyar kir ku di encama êrişên dagirkeriya tirkiyê de av ji ser gundê Fatse, gundên Seramde, Xerîce û Mubarek ên rojhilatê Eyn Îsayê û gundên li ser rêya M4`ê qut bûye.
Sena El Elî destnîşan kir ku ew hewl didin di zûtirîn dem de ziyanên li navendan bûne sererast bikin û careke din xizmetê pêşkêşî şêniyan bikin.