Kampanya îmzeyan li Qamişlo û Şehbayê dewam dike

Ji bo derxistina navê PKK ji lîsteya terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavên îmzeyan ku hatine destpêkirin dewam dikin. Li Şehba û Qamişlo îro jî bi sedan kesî îmzeyên xwe danîn. Endamên Kongra Star ên Kobanê jî diyar kirin PKK tevgereke mirovahiyê ye ji bo vê divê ji lîsteya terorê were derxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêngava derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê her diçe berfirehtir dibe.

Îro li Qamişloyê bi sedan kesî di çarçoveya kampanyayê de îmzeyên xwe danîn.

Welatiyên ku tevlî kampaniyayê bûn xwestin PKK’ê ji lîsteya terorê were derxisitin.

li Şehbayê jî duh kampanya hate destpêkirin, berdewam dike.

Bi dehan şêniyan tevlî kampaniyayê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.

Berdevka Tevgera ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Zelal ku kampaniyê bi rêve dibe li ser mijarê axivî.

Zelal diyar kir ku PKK ne terorîste û têkoşîna maf û azadiya civakê dike.

“Ev PKK nûnertiya gelê Kurd û bi taybetî ya jinan dike.”

Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêran a Kobanê jî Selama Atê axivî û diyar kir PKK tevgera azadiya gelê Kurd e.

Di dawiyê de Selama Atê banga derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” kir û got: “PKK nûnertiya gelê Kurd û bi taybetî jinan dike.”

“PKK ji bo azadiya jinan têdikoşe”

Berdevka Koordînasyona Kongra Star li navçeya Şêran Darsîn Hesûn jî derbarê mijarê de diyarkir ku jin bi saya PKK û fikir û felsefa Rêber Apo gihiştin vê astê û got: “PKK ji bo azadiya jinan tê dikoşe”

Darsîn Hesûn bang li hemû jinan kir ku ji bo derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê’, bixebitin.

Back to top button