Li bajarê Chole yê li rojavayê Fransayê, di encama êrişeke bi alaveke tûj de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Rojnameya ”Le Figaro” ya Fransayê got, di encama êrişa bi alaveke tûjî de ya li bajarê Chole yê li rojavayê welat hate kirin, 2 kes mirin û yek bi giranî birîndar bû.
AFP’ê li ser zimanê serdozgeriya giştî yê bajarê Angers Eric Puyar wiha ragihand: “Gûmanbarê êrişê hat girtin.”
Her wiha destnîşan kir ku çeka di êrişê de hatiye bikaranîn alaveke tûj e û di dema niha de kesê êriş kiriye hîna bi terorê nehatiye tewanbarkirin.