ŞÊX Û RÛSPIYÊN REQAYÊ: BANGA OCALAN JI BO TIRKIYÊ Û SÛRIYÊ ÇARESERÎ YE

Şêx û rûspiyên Reqayê diyar kirin ku nameya Rêber Ocalan dê roleke mezin di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û gotin,

Ocalan di nameyê de banga yekîtî û têkoşîna hevpar li pêkhateyên Sûriyê dike.

Divê her kes li gorî vê tevbigere ji ber ku yekbûyîna pêkhateyan wê çareseriyê bi xwe re bîn e

Rêber Ocalan bi parêzerên xwe re nameyek ji bo gelên Sûriyê û Tirkiyê, û çareseriya aloziya Sûriyê şand.

Ocalan di nameyê de dibêje Tirkiye û Sûriye cîranên aştiyê ne, divê Tirkiyê bibe aliyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, ne ku bibe asteng.

Her wiha Ocalan destnîşan kir ku siyaseta hundirîn û derve ya Tirkiyê û Sûriyê bi hev ve girêdayî ne û nabe ji hev werin veqetandin.

Têkildarî mijarê Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê axivîn û gotin:

Civînên derve ku bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê tên lidarxistin têk diçin, ji ber ku hertim aliyek tê paşguhkirin.

Şêxê eşîra Efadîla, Hiwêdî Şelalş anî ziman ku nameya Abdullah Ocalan nameya aştiyê ye û got:

Nameya Ocalan bang li dewleta Tirkiyê û Sûriyê dike ku nakokiyên xwe çareser bikin.

Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe temenê aloziya Sûriyê dirêj dike.

Şêx Ayid El-Hadî yê ji eşîra Efadîla jî destnîşan kir ku armanca Rêber Ocalan çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Ji ber vê yekê tenê bi yekbûna pêkhateyan wê alozî were çareserkirin.

Ayid El-Hadî got: “Em bi danûstanên Sûrî-Sûrî re ne, divê dewleta Tirk hêza xwe ji xaka Sûriyê derxîne.

Şêxê eşîra Emûr, Mihemed El-Umer jî destnîşan kir ku nameya Rêber Ocalan banga ewlehî û aramiya herdu welatan Tirkiyê û Sûriyê dike û wiha anî ziman:

Pêkanîna projeya Netewa Demokratîk pir giringe.

Heger projeya Netewa Demokratîk bi awayekî durist li Sûriyê pêk were dê encamên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê erênî bin.

Leave a Reply

Back to top button