Li Navçeyek Stenbolê 4 karkerên penaberên sûrî li kargehekê dixebitîn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 6 karker jî birîndar bûn.
Derbarê şewatê de walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku li Navçeya Buyuk-çekmecê ya Stenbolê di kargehekê de şewat derket û got:
Di şewatê de 4 karkerên penaber ên sûrî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û 6 kerker jî birîndar bûn.
Walîtiyê ragihand saet 03.15’ê şevê agir bi fabrîqaya ku hilberîna malzemeyên plastik dikir ketiye.
Di şewitandina fabrîqeyê de 4 karkerên sûrî jiyana xwe ji dest dane û 2 karkerên fabrîqeyê û 4 xebatkarên agirkujê birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Di betlaneya Cejna Remezanê roja 6’ê Hezîranê de jî li Kocaelî agir bi fabrîqeyekê ketibû û 4 karkerên sûrî di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn.