ÎMAD KERAF: DAXWAZÊN GEL JI BO AVAKIRINA DADGEHEKE NAVDEWLETÎ REWA NE

Hevserokê Meclisa Edaletê yê Rêveberiya Xweser têkildarî avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê axivî.

Îmad Keraf bang li civaka navnetewî kir ku daxwaza şêniyên herêmê ya derbarê avakirina dadgeheke navnetewî bi cih bîne û got:

Ev daxwazeke rewa ye.

Hevserokê Meclisa Edaletê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf têkildarî avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa HAWARÊ re axivî.

Îmad Keraf di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku daxwazên avakirina dadgeheke navdewltî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê daxawzên rewa ne, ji ber ku şêniyên herêmê êş û azara van çeteyan kişandine.

Her wiha Keraf destnîşan kir ku şêniyên herêmê li şûna cîhanê şerê terorê kir û ev tişt anî ziman:

Şêniyên herêmê ji bo tinekirina çeteyan li herêmên xwe zêdetirî 11 hezar şehîd dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn.

ÎMAD KERAF: DIVÊ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI CIHÊ KU LÊ SÛC KIRINE BÊN DARIZANDIN

Li gorî qanûnên navdewletî di vê sûcdar li cihê ku sûc kirine werin dadgehkirin, lewre divê çeteyên DAIŞ’ê li vir werin dadgehkirin.

Derbarê hewldanên dîplomasî yên ji aliyê Rêveberiya Xweser û MSD`ê ve tên kirin, El-Keraf got:

Me pêşinyara avakirina dadgeheke herêmî kir û me da xuyakirin ku bi kadroyên xwe em dikarin wê ava bikin.

ÎMAD KERAF: DADGEHÊN HERÊMÊ LI GORÎ ZAGONÊN NAVDEWLETÎ NE Û DIVÊ ITÎRAF BI WAN BÊ KIRIN

Hevserokê Meclisa Edaletê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf bal kişand ser dadgehên herêmî û wiha axaftina xwe bidawî kir:

Dadgeha herêmî pêwîstiya wê bi alîkariya lojistîk heye û divê itîraf bi wê bê kirin.

Ji ber hemû zagonên meclisa edaletê ya di Rêveberiya Xweser de li gorî zagonên navnetewî nin.

Leave a Reply

Back to top button