BALAFIRÊN ARTÊŞA TIRK HERÊMÊN XAKURK Û ŞEKÎF ÊN HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBE KIRIN

Liv û tevgera balafirên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê kurdistanê berdewam dike. Balafirên şer ên dewleta Tirk careke din herêma Xakurkê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk herêmên Xakûrk û Şekîf ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Êrîşa dagirkeriyê jî bi riya 2 balafiran di saetên berûêvarî de pêk hatiye.

Hat zanîn jî ku herêmên hatine bombebarankirin, deverên zozan in û koçer lê dijîn.

Ji ber bombebaranê jiyana koçeran her di nava metirsiyê de.

Tevî ku her roj xaka Başûrê Kurdistanê tê bombekirin jî lê dîsan îro Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirk Erdogan civiyan.

Leave a Reply

Back to top button