Tamîliyên Hindistanê tevlî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bûn

Li bajarê Chennaî yê Hindistanê, têkildarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Civîna çapemeniyê li Channaî Press Clûb a li paytexta eyaleta Tamîl Nadû Chennaiyê hate lidarxistin û gelek rêxistinên Tamîlê piştgirî dan.

Civîna çapemeniyê têkildarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hate lidarxistin.

Di civîna çapemeniyê de 11 kes axivîn. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan misoger bibe.

Gelek rêxistinên cûda di bin sîwana “Kurdish Liberation Support Association” (Kurdîş lîbereyşin siport asoseyşin) de li hev kom bûn; daku di çarçoveya pêngavê de têkoşîna xwe mezin bikin.

KCDK-E beşdarî pêgava Azadî ji Abdullah Ocalan re bû

Back to top button