Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya cejna Noelê peyamek weşand û rojbûna Hezretî Îsa pîroz kir.
KNK’ê di peyama xwe de got :
“Rojabûna Hezretî Îsa di cîhana Xiristiyanan de rojeke pîroz e.
Rojên pîroz yên olî, di hemû olan de biha û pîroz in.
Cejna Noelê nîzê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Lewma em di serî de cejna Xiristiyanên Kurdistanê û ya hemû Xiristiyanên cîhanê bi rêz û hezkirineke mezin pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roja pîroz bibe sedema aştî û aramiyê li her derê cîhanê.”