Misir: Tirkiye dixwaze guhartineke demografîk çêbike

Hikumeta Misirê ji bo planên dewleta Tirk ku dixwaze guhertineke demografîk li bakurê Sûrî çêbike, hişyarî da û Fermandarê giştî yê QSD’ê jî helwesta Misrê bi helwesta girîng û bi bandor bi nav kir.
Civîna wezîrên karên dervê yên 35 welatan li Washîngtonê pêk hat û tê de rewşa dawî ya Sûriyê jî hat nirxandin.
Wezîrê karê derve yê Misirî Samih Şukirî di civînê de behsa encamên êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî kir û got:
Ev êrîş wê rê li ber şerê li dijî DAIŞê bigire û guhertineke demografîk li herêmê çêbike ku ev yek xizmeta siyasetên Tirkiyê yên berfirehkirinê dike.
HIKUMETA MISIRÎ:JI BO SÛRIYÊ, EM Ê JÎ LI DIJÎ TERORÊ ŞER BIKIN
Wezîrê Misirî teqez kir wê Misir destekê bide çareserkirina aloziya Sûrî û diyar kir ew ê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û terorê bixebitin û yekparebûna Sûriyê biparêzin.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hisabê xwe yê twîterê got ku Komara Misrê di parastina xaka Sûriyê de xwedeî rol û helwesteke girîng e.
Mezlûm Ebdî rola Misrê spas kir ku li rex gel Sûriyê li dijî dagirkeirya Tirk ya ku dixwest demografîk li bakurê Sûriyê çêbike sekinî.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî spasiya Misrê kir ji bo helwestên wê yên erênî derbarê hêzên Sûriya demokratîk de ku neynika civakê Sûrî ya piralî ye.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close