Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD derbarê Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî daxuyaniyek da û diyar kir ku bi vê pêngavê tekez dibe ku çareserî li cem rêber Apo ye.
Meclisa Giştî ya PYD diyar kir, hêzên ku banga aştî, demokrasî û aramiyê di cîhanê de dikin, tekez dibe ku kilîta çareseriyê di destê rêber Abdullah Ocelan de ye.
PYD anî ziman ku ji dîroka peymana lozanê ve qirkirin û komkujiyên komî derheqê gelan nehatiye sekinandin, beramberî wê serhildan û berxwedanên gel jî li hember zilm û zordestiyê hebûn.
Rêber Abdullah Ocalan bi hêza xwe karîbû guhertinê pêk bîne, ji ber vê yekê hêzên hegemonîk komployek xistin dewrê.
Gelê kurd bi tevahiya rêxistin û hêzên cîhanî yên demokratîk re pêngava ” Azadî ji bo rêber APO û çareserî ji bo doza Kurdî” li ser asta cîhanê li dar dixe.
PYD bang li hemû endam, alîgirên partiyê û tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku ku tevlî vê pêngavê bibin, serkeftinê tacîdar bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.