Însiyatîfa nûn tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan bû

Însiyatîfa “Nûn Ji bo Azadiya Ocalan” a li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî tevlî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bû.

Însiyatîfa “Nûn Ji bo Azadiya Ocalan” telîvbûna xwe ya ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Însiyatîfê anî ziman ku Rêber Apo bi nêrîna xwe ya rast ji bo rizgarî û azadiya gelan çareseriyên siyasî pêşkêş kirye û wiha domand:

Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi çareserkirina nakokiyên navbera pêkhateyan bi giştî û di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadkirina vî gelî kir da ku li seranserê herêmê aştî pêk were.

Ji bo azadiya jinan jî gelek pêşniyar kir.

Bi saya fikrên wî gelê herêmê bi giştî û bi taybetî jin azadiyê hîs dikin û bi rêya parêznameyên Rêbertî di nava şoreşa fikrê azad de dijîn.

Însiyatîfê diyar kir ku hemû hêzên kapîtalîst ji bo fikrî Rêbertî tune bikin dijberiya xwe li hember wî nîşan dan û wiha got:

Em îro dibînin ku gel û pêkhateyên ji çar hêlên cîhanê bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Em tevlîbûna xwe ya vê pêngava cîhanî radigihînin.

Hewldanên çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li herêmê ji mere girînge.

Lê astengiya herî mezni li pêşiya çareseriyê dewleta Tirk e.

Ev yek ji komplo û binpêkirinên li djiî Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd ê herêmê diyar e.

Însiyatîfê da xuyanêkirin ku çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd dê bandoreke erênî li pirsgirêkên Rojhilata Navîn bike û wiha domand:

Ev çareserî mîna xilasiya ji zordestiya li herêmê ye.

Ev yek wê hemû gelên Rojhilata Navîn ber bi azadî û demokrasiyê bibe.

Însiyatîfîa Nûn di dawiya daxuyanya xwe de wiha got:

em teqez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe li gorî vê bingeha aştiyê tevbigerin.

Ku armanca wê azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Rojhilata Navîn e.

Back to top button