Li Arjantînê “36’emîn civîna jinan a pirneteweyî’ hat li darxistin

Li Bariloche ya Arjantînê “36’emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî” hat li darxistin.
Di civînê de peyama bi dîmen a Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan hat guhdarkirin.

Çalakî serê sibehê bi axaftina destpêkê ya lîdera manewî ya gelê xwecihî yê Patagonîayê Mapûçeyan, Maçî destpê kir.

Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana ji bo parastina hebûneyên gelên xwecihî.

Maçî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê bi hezarê salan hatiye dayîn û divê bigihêje asteke hîn bilind.

Her wiha bal kişandine ser girîngiya azadiya girtiyên siyasî.

Li Arjantînê bi hezaran jinan peyama Besê Erzîncan guhdarî kir

Piştî axaftinê peyama bi dîmen a endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan hate nîşandan.

çalakî wê sê rojan dewam bike. Bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinê ya Kurdistanê wê mijara ‘Li Kurdistanê û Cîhanê Şoreşa Jinê’ bê nirxandin.

Ev çalakî weke platformeke krîtîk ji bo parêzvaniya mafên jinê û mafên gelê xwecihî tê nirxandin.

Back to top button