Şerê Îsraîl û Hamasê: Rojane li Xezayê bi sedan kes tên kuştin

Nêzî 4 hezar kuştî ku piraniya wan zarok û bi giştî sivîl in..
Derdora 13 hezar birîndar.
Bi hezaran avahiyên hilweşyayî..
Û bi deh hezaran kesên bê cih û war.
Encama şerê 8 rojên derbasbûyî yên Îsraîl û Hamasê..
Tevî vê yekê jî Îsraîl amadekariyên êrişeke bejahî ya li dijî Xezayê dike.

Li aliyekî Xezayê tevger û amadekariyên artêşa Îsraîlê ji bo êrişa bejahî,

Li aliyê din jî bi sedan bombeyên ku rojane bi ser bajêr têne barandin.

Ev hemû piştî êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ku rê li ber kuştina hezar û 300 Îsraîlî vekir, destpêkir.

Li gorî daneyên wezareta tendirûstiyê ya girêdayî rêveberiya Hamasê, di encama êrişên 8 rojên derbasbûyî de,

  • 2329 kes hatin kuştin.
  • Di nava kuştiyan de bêtirî 700 zarok hene.
  • 9 hezar û 714 kes jî birîndar bûne.

Li herêma Rojava:

  • 54 kes hatin kuştin
  • Hezar û 100 jî birîndar bûne

Artêşa Îsraîlê: 279 Fermandar û leşkerên me hatine kuştin

Li eniya Îsraîlê jî hejmareke zêde ji sivîl û leşkeran di encama êrişên Hamasê de hatin kuştin.

Li gorî daneyên fermî, li eniya Îsraîlê;

  • Hezar û 300 Îsraîlî hatine kuştin.
  • Di nava kuştiyan de 279 fermandar û leşkerên Îsraîlî hene.
  • 3 hezar 436 kes birîndar bûne
  • 126 kes ji aliyê Hamasê ve dîl hatin girtin.

Hamas ji Xezayê moşekan davêje aliyê Îsraîlê

Di vê navberê de êrişên Hamas ên li dijî Îsraîlê jî dewam dikin.

Şevê din hejmarek ji moşekan ji aliyê Refaha Xezayê ve hatin avêtin.

Lê piraniya wan ji aliyê pergala “Qubeya Hesin” a Îsraîlê hatin bêbandorkirin.

Beramberê êrişên Hamasê, artêşa Îsraîlê jî yekser derdora Xezayê bombardiman kir.

Îsraîl amadekariya êrişa bejahî dike

Li aliyê din amadekariyên artêşa Îsraîlê ji bo êrişeke bejahî li dijî Bakurê Xezayê dewam dikin.

Heta niha bi hejmareke zêde ji leşker, tank û çekên giran li herêma sînor hatin bicihkirin.

Artêşa Îsraîlê ji bo di zûtirîn dem de dest bi vê êrişê bike, zorê li mîlyonek û 100 hezar kesî dike da ku ji herêmê derkevin.

Hem gefên artêşa Îsraîl û hem jî mercên jiyanî yên zor dibin sedem ku rojane bi hezaran kes berê xwe bidin herêma Başûrê Xezayê.

Wekî din hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê gefê li hin nexweşxaneyên Xezayê dike da ku yekser werin valakirin.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî ev yek weke “biryara îdamê” binav kir.

Netanyahu: Qonaxa duyemîn a şer dest pê dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu doh piştî serdana eniyên şer, peyama wê yekê de ku wê artêşa welatî wî dest bi tevgereke mezin bike û got:

Qonaxa duyemîn a şer tê.

Fermandariya artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ew ê ji ezman, derya û bejahî ve êriş bikin lê têkildarî dema tevgerê ti agahî neda.

Şerê Îsraîl û Hamasê: Hejmara kuştiyên li xezayê nêzî 2 hezarî bû

Back to top button