Rêber Apo ji hêza dayîka xwe sûd girt

Di paradîgma Rêber Abdullah Ocalan de ku ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd bû riyek nû, rolek girîng ya dayika wî Uveyş Ocalan heye. Rêber APO dayka xwe mîna jina bi hêz pênase dike û got:” Dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji dayika xwe girtiye .Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî”.

Rêber Abdullah Ocalan derbarê bandora ku dayika wî li ser hiştiye û çawa ji têkoşîna jinê îlham girtiye di gelek vegotinên xwe de tîne ziman.

Rêber Apo dayîka xwe mîna jina bi hêz pênase dike.

Rêber Abdullah Ocalan baldikşîne ser karekterê serhildêr ê dayika xwe û got:

Ji bo min bibîranîna dayikan pir girîng e.

Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayîka min e.

Dêya min têkoşereke mezin û tûfaneke serîhildêriyê bû.

Li gund bi serîhildêriya xwe dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand.

Heta dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji wê girtiye .

Li Kurdistanê rasteqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayîkê ye.

Dayik bi awayekî bêhempa liber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wan jî dixîne û tûne dike.

Yanî min ev dît: Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî.

Rêber Apo, dayê Uveyş wekî dayîka ji çanda xwedawendatiyê ya neolîtîkê mayî û gelekî xurt pênase dike:

“Ew dayiktiya çêkirî ya modernîteyê nehiştibû ku ez pîrozweriya dayîka xwe bibînim.

Di jiyanê de min gelek êş kişandin, lê bi tu awayî ez ji bo bûyerekê jidil negiriyam.

Lê piştî ku min qalibên modernîteyê rûxandin, di serî de dêya min û di şexsê wê de hemû dayikên dilşewatî tên bîra min û ez bi çavên şil li wan mêze dikim…

Back to top button