Salvegera 30. ya wefata dayîka Ûveyş

Jina serhildêr, dayika jiyaneke nûjen, dayê Ûveyş.
Belê Îro salvegera 30 salvegera wefata dayîka Rêber Apo û tevahî jinên ku li pey doza ber bi azadiyê ve diçin Ûveyş e.
Ew bû çavkanî û afrînera hêvî û jiyaneke nû ya azad.

Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, bi Xwedawend û dayik-jin re li hemû cîhanê nav û deng veda ye.

Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin.

Yek ji wan dayîkan ku ewladekê ku pêşeroja gelekê ronî kir, Dayê Ûveyş e.

Ew nimûneya dayêkên Kurd e ku bi awayek herî baş rastiya civaka Kurd a serdemê dîtiye.

Uveyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê.

Di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa Gelê Kurd biguherîne. Ew jî rêber Abdullah Ocalan bû.

Dayê Ûveyş… jina isyankar, serbilind û dadperwer.

Wê tevahî raperîn û pîrozbahiyên jin-dayîk di kesayeta xwe de dihewand.

Dayê Uveyş, ji bo van nirxên xwedî paşerojeke hezaran salan ên xwedawendiyê bide zarokê xwe roleke diyarker lîstiye.

Kesayeta Dayê Ûveyş, di jiyan Rêber Apo de jî dibe, derseke jêneveger û roleke bingehîn leyîstiye.

Têkiliya di navbera wan de ji ya dayîk- kur, zêdetir, bûye têkiliya ax- welat- jin-azadî û hevaltiya bêdawî.

Rêber Apo timî destnîşan kiriye ku mafê dayikê di rastiyê de wiha tê dayîn.

Li gel vê di derketin û pêşketina Bîrdoziya Rizgariya Jin de Dayê Uveyş, rolekî diyarker lîstiye.

Hêza dayikê, şerkeriya wê û bi tevayî bandora wê, bûye sedem ku Rêber Apo pirsgirêka jinê ferq bike û bikeve nav lêgerîneke azadiya jin û civakê.

Ev jî roleke jê venger a bandora Dayê Uveyş a li ser Rêber Apo ye. rihê isyanê û berxwedanê bi vê bandorê di dayik û jinên kurd de zîvirî têkoşîneke bi aznebûn û rêxistinkirî ku îro ji bo tevayî jinan dibe ilham.

Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di 11’ê Nîsana 1993’an de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Back to top button