Gerîla li Bestayê dagirkerên ku dar dibirîn da

Artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê bi birîna daran xwezayê wêran dike.
Gerîla jî li dijî wan çalakiyek tolhildanê pêk anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxwiyaniyek da û got:
Hêzên me bersiv dan û di encamê de 5 dagirker hatin kuştin.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin:

“Li Girê Gêsin ê li herêma Besta ya Botanê, bi birîna daran dagirkeran xweza talan kirin.

Hêzên me li vê heremê li dijî dagirkerên çalakiyek tolhildanê lidarxist.

Hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe.

Di 7’ê Hezîranê de xwe berdan nava vê hêza dijmin.

Ji sê baskan ve bi rengekî koordîneyî li dijmin xistin.

HPG: Li Girê Gêrsîn ê Bestayê 5 dagirker hatin kuştin

Û çalakiyek tolhildanê lidarxistin.

Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî derbên giran li dagirkeran xistin.

Di encamê de 5 dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

HPG’ê piştrast kir ku ev çalakî di şexsê fermandara me ya leheng Şehîd Leyla Sorxwîn,

Ji bo hilanîna tola hemû hevrêyên xwe pêkanîn e.

Back to top button