YPG`ê nasnameya şervanekî xwe eşekre kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya şervanekî xwe eşekre kir.

Navendê derbarê vê yekê daxwiyaniyek bi raya giştî re parve kir û ev yek got:

“Hevrêyê me Yehya Xidir bi nasnav Dilşêr Efrîn di 10’ê Hezêranê de şehîd bû.

Hevrêyê me Yehya Xidir di encama êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk şehîd ket.

Hevrê Dilşêr ji pêkhateyên Ereb yê bajarê Efrînê ye.

Malbata wî welatparêzên qedîm yên li herêmê ye.

Li hember dijmin gelek caran şer kiriye.

Hevrê Dilşêr zewicî bû û xwedî 2 zarokan bû.”

YPG`ê sersaxî ji malbata Dilşêr Efrîn xwest û soza serkeftinê dubare kir.

Li gor daxwiyaniyê nasnemeya şehîd wiha ye:

Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Yehya Xidir
Navê Dayik: Fatme
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb, 10’ê Pûşpera 2023.”

YPG: Di êrişa balafira bê mirov de 3 şervanên me şehîd bûn

Back to top button