Zîlan Vejîn: Planeke giştî li dijî gelê Kurd tê meşandin

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn diyar kir ku şerê li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriyê tê meşandin, şerê Kurdan hemûyan e, lewma divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Zîlan Vejîn tekez kir wê Peymana Lozanê di sedsaliya wê de were têkbirin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap û Avaşînê û hevkariya PDK’ê di van êrişan de ji ajansa Firatê re axivî.

Zîlan Vejîn da zanîn ev êriş planeke gitştî ye û gelek dewlet di vê êrişê de cih digirin.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn: Rola PDK’ê li Kurdistanê hevkariya bi dijminan re ye

Zîlan Vejîn rola PDK’ê ya di vî şerî de jî wiha şîrove kir.

Zîlan Vejîn: Ev şer ji bo Kurdan şerê hebûn û tinebûnê ye

Zîlan Vejîn diyar kir ku ev sal ji bo Kurdan sala man û nemanê ye, lewma divê hemû Kurd hêza xwe bikin yek.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn: Em ê peymana lozanê di sedsaliya wê de têk bibin

Zilan Vejîn da zanîn sala 2023’yan sedsala Lozan bi dawî dibe û hewldanên dagirkirinê zêde dibn û piştrast kir ew ê nehêlin lozaneke din pêk were.

Hevseroka PJAK’ê Zilan Vejîn dawiyê bang li hemû ciwanên Kurdisatnê kir ku bi şêwazê şerê gelê şoreşgerî di nav seferberiyê de bin.

Back to top button