Amed Milazgir: Zarokên gelê Kurd wê ti carî çongan li ber dijmin daneynin

Ji fermandarên gerîlla Amed Milazgir diyar kir ku dewleta Tirk bi çekên qedexekirî yên NATO’yê êrişî gerîllayên Kurdistanê dike.
Milazgir got;
“Çi dibe bila bibe, wê zarokên gelê Kurd ti carî stûyê netewînin û çonga xwe li ber dijmin daneynin.”

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Milazgir, êrişa dagirkeriya Tirk, hevkariya PDK’ê û berxwedana gerîlla ji Radyoya Dengê Welat re nirxand.

Milazgir bi bîr xist ku ji sala 2015’an ve gerîlla mîna fedaî bersivê didin êrişên dagirkeriya Tirk û wiha got:

Dijmin niha bi dagirkirina Zap û Avaşînê dixwaze berê xwe bide qadên din ên Başûrê Kurdistanê.

Gerîlla jî bi biryardariyeke mezin pêşî li van êrişan girtin.

Li Avaşînê tevî dijmin bi mehan êriş kir, nekarî têkeve hinek giran.

Piştre çekên kîmyewî bi kar anî û xwest encamekê bi dest bixe, lê li hemberî berxwedana gerîla dîsa bi ser neket.

Amed Milazgir anî ziman ku êrişa dawî ya li dijî Zap û Avaşînê dîsa bi desteka hêzên cîhanî pêk hatiye û got;

Amed Milazgir: Bi çekên NATO yên qedexekirî êrişî zarokên Kurdan dikin

Pêşî NATO û welatên Ewrûpayê çekên di êrişê de werin bikaranîn dan artêşa Tirk.

Piştî amadekariyên mezin ji 14 heta 17’ê Nîsanê herêmên gerîlla bê navber û bi dijwarî bombardiman kirin.

Xwestên leşkerên xwe li herêmê bicih bikin. Lê gerîlla rê nedan wan.

Piştî vê şikestinê, li ser xeta Şêladizê bi hevkarî û pêşengiya hêzên îxanetkar dijmin leşkerên xwe şandina qada Kurêjahro.

Di rewşa heyî de li Kurûjahro, Çiyayê Reş, Şikefta Birîndara, Karker, Avaşîn, Cîloya Biçûk û Werxelê şerekî mezin heye.

Bi rojane gerîlla fedakariyeke mezin li ber xwe didin.

Dijmin li herêmê çekên qedexe û yên kîmyewî bi kar tîne.

Eger ev gaz li devereke din bihatan bikaranîn, niha hemû dinya rabûbû ser piyan.

Divê gelê Kurd ê welatparêz, gelê me yê Kurdistanê li zarokên xwe derkeve.

Amed Milazgir: Ji bo parastina rûmeta gelê xwe em ê berdêlên giran bidin

Bila li benda ti kesî nemînin û li hemberî vê dagirkeriyê serî hildin.

Li çar aliyên Kurdistanê pêwîste gelê me baş bizanibe ku şerê niha li Zap û Avaşînê tê kirin ji ê Ukraynayê mezintir e.

Ji bo parastina gerîla çi ji destê wan tê, divê bikin.

Fermandarê gerîlla Amed Milazgir diyar kir dewleta Tirk ji bo şiklandina vîna gelê Kurd hemû hêza xwe bikar tîne û wiha dewam kir:

Çi dibe bila bibe, ne gerîlayê Kurd û ne jî zarokên Kurdistanê wê stûyê xwe xwar nekin, wê çong daneynin, mirin hebe jî ji bo Kurd û Kurdistanê, wê mirinek bi rûmet be.

Bê guman em berdêlên giran bidin. Dawiya dawî yê bi ser bikeve wê gerîlayên PKK’ê û gelê Kurd be.

Back to top button