ji ber vekişîna ji Peymana Stenbolê, Ji Ewropa û Amerîka bertek li dijî Tirkiyê hate nîşandan

Deshilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi vekişîna ji Peymana Stenbolê re careke din tundiya li ser jinê li welat rewa kir.
Li dijî vê yekê ji qada cihanê bertek hatin nîşandan.
Konseya Ewropa, Serokê DYA Joe Biden û Wezîrê Karê Derve yê Almanya Maas fikarên xwe anîn ziman.
Aliyan gotin, Tirkiye nîşaneyên şaş dide û bang li Tirkiyê kir ku li peymanê vegere.

Bi hatina rejîma AKP’ê li ser deshilatdariya Tirkiyê re, rêjeya tundiya li ser jinê qat bi qat zêde bû.

Ji bo pêşîgirtina vê yekê Peymana Stenbolê hatibû îmzekirin.

11 Gulana 2011’an peyman hatibû îmzekirin û 10 Sibata 2012’an bi Biryara Wezîran a hêjmar 2012/2816’an peyman hatibû erêkirin.

Ev peyman, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibu avakirin.

Armanca peymanê ew bû ku di navbera jin û mêr de wekheviyê ava bike û rê li pêş tundiya li ser jinê bi dawî bike bû.

Lê ev peyman di nava şevekê de bi îmzeya serokê AKP û Serokomarê Tirkiyê Erdogan hate betalkirin.

Vê yekê ne tenê li nava Tirkiyê li derveyî welat jî bertek bixwere dan avakirin.

Biden: Vekişîna ji peymana Stenbolê hêviyên min şikand

Serokê DYA Joe Biden li hemberî vê yekê bêdeng nema.

Joe Biden di peyama xwe ya dayî de, vekişîna ji peymanê weke şikestina hêv û gav paşde avêtinê binav kir.

Biden anî ziman ku li Tirkiya ku yekem welat bû îmzeya xwe li binê peymanî daniyê kuştina jinan zêde bûye û wiha got:

Ev yek li seranserê cihanê ji bo dawî anîna tundiyê hêvî şikestine.

Konseya Ewropa bang li Tirkiyê kir ku li peymanê vegere

Konseya Ewropa, li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê hate kirin ku li peymana dijî tundiya li ser jinê vegere.

Borrell jî bang li Tirkiyê kir ku li peymanê vegere

Her wiha Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell jî bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê helwesta xwe nîşan da.

Borrell wiha got:

Peymana Stenbolê li seranserê cihanê ji bo keçên ciwan û jinan di çarçoveya parastina mafê zagonî de tê hedefgirtin.

Em nikarin ti wateyê bidin vekişîna Tirkiyê ji peymanê.

Ev yek jî xemgîniyekê li gel me dide avakirin.

Borrell bang li Enqerê kir ku li peymanê vegere.

Maas: Tirkiye nîşaneyên şaş ji ye re dişîne

Ji welatên Ewropa Almanya ku piştevaniya Tirkiyê dike jî ji vekişîna peymanê nerehete.

Wezîrê Karê derve yê Almanya Heiko Maas ji beriya civîna wezîrên karê derve yê welatên YE li ser mijarê daxuyaniyek da.

Maas got,

Tirkiye bi vekişîna ji peymana Stenbol û vekirina doza ji bo girtina HDP’ê nîşaneyên şaş ji bo YE dide.

Back to top button