Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

Hevseroka HDP’a Xelfetiyê Fatma Korkmaz di bîranîna Dayika Rêber Apo, Uveyş Ocalan de got: “Dayika Uveyş, Abdullah Ocalan anî dinyayê û bû wesîleya afirandina têkoşîna gelê kurd.”

Di 30’emîn salvegera wefata xwe de Dayika Rêber Apo, Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê li goristana gundê Amara yê Xelfetiyê hate lidarxistin.

Li gel xizmên Ocalan, her wiha çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Xelfetiyê û Dayikên Aştiyê tev li merasîmê bûn.

Hevseroka HDP’a Xelfetiyê Fatma Korkmaz di bîranînê de axaftineke kin.

Fatma Korkmaz diyar kir dayika Uveyş, bi tena serê xwe dîrokeke û got:

“Abdullah Ocalan anî dinyayê û bû wesîleya afirandina têkoşîna gelê kurd.”

Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn ser gora Uveyş Ocalan.

Back to top button