HPG: Li Zap û Metîna 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

Li herêmên Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên xurt lidarxistin.
HPG’ê eşkere ki di encama çalakiyan de 10 leşkerên Tirk hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Her wiha HPG’ê ragihand artêşa Tirk careke din bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeran daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand tîmên gerok yên gerîla bi ruhê fedayî yê Apocî şer dikin, di bin şert û mercên herî zehmet de derbên giran li dagirkeran didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, 17’ê Tîrmehê li Qada Şikefta Birîndaran li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayîteke zirxî hat xistin.

Dîsa 17’ê Tîrmehê Tîmên Gerok yên YJA Starê ji du aliyan ve li hêzên dagirker yên li dora çeperên şer yê Şehîd Arjîn xistin.

Di encama van çalakiyan de 6 jî dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna, 17’ê Tîrmehê li Gir Amediyê du caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hat xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama van çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin û yek jî birîndar bû.

Dîsa heman rojê li Girê Cûdî li dagirkeran hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin, di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin û yek jî birîndar bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê diyar kir 17’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 9 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kir.

https://youtu.be/f_6yeHMYXro

Back to top button