Avabûna YPJ’ê ji bo jinan gaveke ber bi azadiyê ve bû. Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber APO YPJ’ê xwe di nava civakê de birêxistin kir. Dilbirîn Kobanê tekez kir ku gel li dijî êriş û gefên dewleta Tirk şerê gelê Şoreşgerî didin meşandin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an li Kobanê wekî çirûskeke dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.
Her wiha veguherî hêviya azadiya jin û gelan.
Bi pêşengiya jinê hêza YPJ’ê ji bo tevahî jinan hat avakirn.
Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê derbarê girîngiya avabûna YPJ’ê û bandora wê li ser jinan ji bernameya JIN AKTÛEL re axivî.
Dilbirîn Kobanê da zanîn ku avabûna YPJ’ê mîrasê xwe yê dîrokî hebû.
Dilbirîn Kobanê: Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo YPJ’ê xwe di nava civakê de birêxistin kir
Dilbirîn dibêje:
Bi saya fikir û felsefeya Rêber APO ya demokratîk, azadiya jin û jiyana wekhev YPJ’ê xwe bi civakê da nasîn û li ser vê xetê meşiya.
Fermandara YPJ’ê diyar kir ku YPJ’ê li ser tevahî pêkhateyên civakê bandor kir û zihniyeta destehildar ya li ser jin hat ferzkirin şikand.
Dilbirîn Kobanê: Gel niha li dijî êrişên dewleta Tirk şerê gelê şoreşgerî dimeşînin
Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê anî ziman ku şerê gelê Şoreşgerî bi Şoreşa Rojava destpêkir û niha jî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk careke din gel vê şerî dimeşînin.