Hovîtiya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê,welatiyek din revanin û mala welatiyekî talan kirin.

Efrîn News 24 ragihand ku çeteyên girêdayî istîxbarata Tirkiyê welatiyê bi navê Ebd El-rehman Derwîş ê 51 revandin.

Ebd Elrehman Derwîş ji xelkê Enqela ya Şêx Hedîd e û bi behaneya ku berê hevserokê komînê bû hate revandin.

Li aliyekî din çeteyên Feyleq-Elşam jî, bi ser mala Omer Nazimî yê ji mala Qerdaş yê ji Xezawiya Şêrawayê de girtin.

Çeteyan bi behaneya ku li hin kesan digerin derbasî mala wî bûn û 3 hezar LT, 7 tenekeyên zeytê û du telefûn dizîn.

Çeteyan gef li Nazimî xwarin eger ku giliyê wan bike dê wî bixin girtîgehê de.

Back to top button