Rêxistina Xwendekarên Cihû (EUJS): Divê Fermana 2014’an a li dijî Êzidyan weke “Qirkirin” were naskirin

Rêxistina Xwendekarên Cihû yên li Ewropayê “EUJS”, bang li civaka navneteweyî kir ku Fermana 2014’an a li ser Êzidiyan weke “Qirkirin” were naskirin û piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd a diyarkirina çarenûsê.

EUJS’ê her wiha di kongreya xwe salane de ji civaka navneteweyî xwest ku êrîşên Tirkiyê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin.

EUJS’ê di kongreyê de pejiranidiye ku gelê Kurd li Sûriye û Iraqê roleke gelekî girîng li dijî DAIŞ’ê lîstiye û got:

Kurdan, rê li ber qirkirina Êzidiyan a 2014’an girt û di ber rizgariya xaka Sûrî, welatên cîran û hevalbendan de, 11 hezar şervan şehîd danîne.

Rêxistina Cihû teqez kir ku tevî vê berxwedanê, DYA’yê pişta xwe da Kurdan û di salên dawî de, metirsiya qirkirinê li ser Kurdan zêde bûye, cîhan jî li hemberî vê bêdeng e.

Lewma Rêxistina Xwendekarên Cihû bang li civaka navneteweyî kir ku bi her awayî piştgiriyê bide Kurdan.

Back to top button