Esma Efeturk: Li dijî êrîşan divê em yekîtiya xwe xurt bikin

Aktîvîsta TJA’yê Esma Efeturk diyar kir ku di sala 2020’î de tundî û kuştina jinê zêdetir bûn û da zanîn ku bi rêya êrişên li dijî jinê, hewl tê dayin ku civak bê cezakirin. Esma banga mezinkirina yekîtî û hevgirtinê kir.

Li Kurdistan û Tirkiyê, jin li dijî tundî û êrişan li qadan e.

Di meha destpêkê ya salê de xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû hate windakirin, piştre çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî li Îpek Er kir û li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 13 salî.

Li dijî van êrişan, jinan tevna têkoşînê hûnandin.

Aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Esma Efeturk derbarê êrîşên li ser jinan nirxandin kir.

Esma Efeturk diyar kir ku li gel zext, tundî, destavêtin û destdirêjiya li dijî jinê, di sala 2020’î de têkoşîna piştevaniyê ya jinê hate hûnandin û wiha got:

Dijminatiya hikumetê ya li jinan bi dijminatiya li jinên Kurd bi awayekî şênber xwe nîşan da.

Êrişên li dijî pergala hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman, destavêtin û êrişên zayendî yên ji aliyê rayedarên bi unîforma yên dewletê ve hatin kirin.

Esma Efeturk destnîşan kir ku bi van kiryaran hewl hate dayin ku li bajarên Kurdistanê jin bên qirkirin û wiha domand;

Bi rêya van êrişên li dijî jinê, hewl tê dayin ku civak bê cezakirin.

Bi êşkenceya ku desthilatdariya mêr li dijî jinê dike, tê xwestin ku hukmê xwe li ser civakê bike.

Aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Esma Efeturk herî dawî bang li jinan kir ku li dijî êrîşan, yekbûna xwe xurt bikin.

Back to top button