Kongra Star: Em ê xeta Dayê Ûveyş esas bigirin

Meclisa Kongra STAR bi daxuyaniyekê dayê Uveyş bibîranî û destnîşan kir ku ew ê xeta wê esas bigrin. Kongra Star a Helebê jî bi heman armancê civînek lidar xist.

Bi boneya 30’emîn salvegera wefata dayika rêber Abdullah Ocelan li herêmê çalakî hatin lidarxistin.

Meclisa Kongra STAR bi daxuyaniyeke nivîskî dayê Uveyş bibîranî û got:

“Ev bû 30 sal, dayika Ûveyş a serhilêdêr, nûnera xwedewandan, jina bi axa xwe ve girêdayî, li dijî bêmafiyê têdikoşiya, wefat kiriye.”

Meclisa Kongra Star da zanîn ku Dayê Ûveyş berhemeke bêhempa diyarî gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna wê hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin.

Her wiha hate gotin, dayê Ûveyş rêya azadiyê nîşanî jinan kir.

Ew dibistana destpêkê bû ku rêberekî wekî Rêber Apo ji bo cîhanê ronahiyê belav dike û azadiya jin asas digire.

Dawiyê Meclisa Kongra Star wiha anî ziman:

Em ê xeta dayê Ûveyş di têkoşîn û xebatên xwe de esas bigirin.

Li Şêx Meqsûd civînek ji bo bîranîna Dayê Uveyş hate lidarxistin

Li Şêx Meqsûdê jî civînek bi heman armancê hate lidarxistin.

Di civînê de sivsyonek têkildarî dayê Uveyş hate pêşandan.

Piştre ji rêveberên Kongra Star Sebîha Efrîn axivî û got, yadê Uweyş wateya rasteqîn a dayikatiyê nîşan da û bi awayekî durist pêk anî.

Sebîha Efrîn bal kişand ser xwedîderketina Rêber Ocalan a li keda dayika xwe û anî ziman ku bi saya vê kedê gihişt asta rêveberiyê û di nirxandinên xwe de girîngiyeke mezin dide azadiya jinan.

Sebîha dibêje: “Divê nêzîkatiyên her dayikekê ya li hemberî şoreş, xak û çanda xwe mîna nêzîkatiyên yadê Uweyş bin.

Yek ji beşdarên civînê jî wiha behsa berxwedanê dike.

Back to top button