Çeteyên DAIŞ’ê ji serê salê û heta îro li çolistana Sûriyê 253 kes kuştine.
Tevgera çeteyên DIAŞ’ê li çolistana Sûrî zêde buye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humisê êrişî kesên ku li kîvkaran digeran kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin.
“Ji serê salê de çeteyên DAIŞ 235 kes li çolistana Sûrî kuştin e”
Li gorî çavdêriyê, ji destpêka sala 2023’an û heta roja îro 235 kes li çolistana Sûrî li ser destên çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Sala 2023’an êrişên balafirên Rûs yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê gihaştiye astekî kêm.
Hêzên hikûmetê û alîgirên wê jî, hîn terora çeteyên DAIŞ’ê li çolistanê bi dawî nekirin e.