Meclisa Jin û Meclisa Jinên Ciwan ên Minbicê bi daxuyaniyekê sûcên ku dewleta Tirk li dijî jin û zarokan dike şermezar kirin.
Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Jinan a li rojvayê bajarê Minbicê hate xwendin.
Endamên komîte û saziyên taybet bi jinan beşdarî çalakiyê bûn.
Meclisê sûcên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî pêk tînin şermezar kir, nexasim sûcên li dijî jin û zarokan û got,
Em ê qet li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin û zarokên li herêmên me yên dagirkirî pêk tînin bê deng nemînin.
Em baş dizanin ku tevî zor û zehmetiyên jiyanê jî, lê dîsa jî ji bo azadiya xwe û azadiya xaka xwe li ber xwe dide û tê dikoşin.
Meclisê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên li dijî jin û zarokan bînin.