Dagirkeriya Tirk 50 xortên Ereb ji Tirkiyê vegerandin Efrînê

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dike.
Dewleta dagirker 50 xortên Ereb bi hênceta ku bê nasnameyên Tirk in vegerandin Efrînê.
Ji aliyê din ji ber zilma dagirkeran 72 şêniyên Kurd ji Efrînê koçberî Tirkiyê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêbazên cuda herêma Efrîna dagirkirî ji nasnameya wê ya Kurd bi dûr bixe.

Kurdên ku li Efrînê mane bi darê zorê dide koçberkirin û li şûna wan Ereb û Tirkmenan bi cî dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Kurdan sûcên wek revandin, dizî, talan, desteserkirina mal û milkan, ferzkirina bacan dikin.

Armanc jî ew e ku pereyan bi dest bixin û Kurdan ji herêmê koçber bikin.

Ji aliyê din dagirker rê nadin ku Ereb û Tirkmen ji herêmê derkevin.

Di vê derbarê de malpera Afrinpostê ragihand ku dewleta Tirk 50 xortên Ereb bi bihaneya ku nasnameya wan ya Tirk nîne vegerandin Efrînê.

Dagirkeriya Tirk di nava mehekê de 72 şêniyên Kurd ji herêmê derxistin

Li aliyê din bazirganekî ku şêniyan ji Efrînê derbasî Tirkiyê dike ji malpera afrinpostê re axivî û got ku wî di nava mehekê 72 şêniyên Kurd ji herêmê derbasî Tirkiyê kirine.

Li gorî çavdêran her ku diçe Kurd ji ber zor û zulma çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmê kêm dibin û koçber dibin.

Rêjeya Kurdan heta niha li Efrînê tenê 20% maye.

Back to top button