Di Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ji bo bîranîna gerîlayên şehîd çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 9 dagirker hatin kuştin û 11 dagirker jî birîndar bûn.
HPG’ê ragihand ku dewleta tirk a dagirker ku di şerê li hemberî gerîla de têk diçe, xwezaya kurdistanê daye ber agir.
Tenê çend roj maye ku li ser berxwedana Pêngava Şoreşger a Cenga heftenînê re, sê meh derbas bibe.
Di nava vê pêngavê de, dagirkeriya dewleta tirk li Heftenînê careke din derba herî giran ji gerîla xwar.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt pêk anîne.
Li gorî vê;
9’ê Îlonê gerîlayên YJA Starê li Girê Mûhabere yê qada Xanturê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan de derb li kozikeke dijmin a li ser gir hate xistin.
Yek jê payebilind bi giştî 5 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.
11’ê Îlonê gerîlayan li Girê Katosûlê ya qada Bektorya li dijî kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist.
Di vê çalakiyê de kepçe hate teqandin, kontrayek û 3 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştinû 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê da û piştre êvarî bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxist.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo şehîdên qehreman ên di Cenga Heftanînê de hatiye lidarxistin.
Heman rojê 11’ê Tebaxê li Girê Şehîd Berxwedan a qada Xantûrê ya Heftanînê di çalakiya li dijî dagiriyê de, gerçşa Êrîş û Akîf ên ku derbên giran li dijmin xistin, di êrîşa hewayî de şehîd bûn.
HPG’ê li ser êrîşên ewayî yên dewleta tirk jî ev agahî dan:
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker di 8′ û 12’ê Îlonê derdora gundê Bazê ya Metîna û Geliyê Keşanê bombebaran kir.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker hefteyek berê Geliyê Bektorya, gundên Rûsê û Şûdinê, bintarên gundên Sorya, Şîlan û Şinînê yên herêma Keşanê bi helîkopter, obus û hawanan bombebaran kir.
Ji ber vê bombebaranê agir bi qadê ket û şewat didome.