Dirbêsiyê..Ji bo şehîd Silêman Hesen merasîmek xiyabî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ji bo şehîd Silêman Hesen merasîmeke xiyabî li dar xist.

Gerîlayê HPG’ê Silêman Hesen bi nasnav Rûstem Cudî di encama bombebarana artêşa Tirk li ser herêma Heftanînê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma xiyabî bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn berxwedana li Heftanînê silav kirin û sersaxî ji malabata şehîd re xwestin.

Li ser navê malbata şehîd meta şehîd jî axivî û destnîşan kir ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button