Zêdeyî 40 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê, di 72 seatên dawî de, zêdeyî 40 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di van rojên dawî de, balafirên Rûsyayê nêzî 100 carî, derdora çolistana Sûriyê bombebaran kir.

Li gorî Çavdêriyê, di encama şer û pevçûnên navbera çete û hêzên hikumetê li colistana Sûriyê, 19 leşkerên hikumetê û 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Heta niha zêdî hezar û 46 leşkerên hikukmeta Şamê û 584 çeteyên DAIŞ’ê di şerên li Çolistana Sûriyê hatine kuştin.

Back to top button