Osman Xelef: PDK’ê bi helwestên xwe aliyên Kurdî parçe dike

Hevserokê Meclisa TEV-DEM a Herêma Firatê Osman Xelef diyar kir ku helwestên PDK’ê tirsnak in.

Osman Xelef destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk li dijî Başûr bi bin ketin, vê carê hewl dide aliyên Kurd, nêrîn û helwestên wan parçe bike û şerekî birakujî di navbera wan de biafirîne.

Xelef anî ziman ku PDK’ê bi helwestên xwe yên partiyetî û malbatî, aliyên Kurd parçe dike û dihêle Kurdistan were dagirkirin.”

Osman Xelef di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku helwestên xwe diyar bike û ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdî li tevahiya axa Kurdistanê rola ku jê tê xwestin, bilîze.

Back to top button