Artêşa Niştimanî: Misir amade ye li ber destdirêjiya Tirkiyê rabe

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku Misir amade ye li ber destdirêjiya Tirkiyê li Lîbyayê rabe.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku derdora 3 hezar leşkerên Tirk di Lîbyayê de hene û li ser xebitandina alavên pêşketî kar dikin.

Ehmed El-Mismarî anî ziman jî ku niha derdora 15 hezar çeteyên biyanî bi hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî re şer dikin, ku bi riya Tirkiyê gihiştine welêt.

El-Mismarî teqez kir ku artêşa Misirê amadeye ku li hember Tirkiyê raweste, çi di Deryaya Spî de û çi di Lîbyayê de be.

Back to top button