Mele Bextiyar: Tirkiye bi êrîşan bi ser nakeve, divê çareseriya siyasî bipejirîne

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNK’ê Mele Bextiyar diyar kir ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, bernameya dawî ya dewleta Tirk a dagirker e.

Mele Bexiyar got:

Welatên ku Kurdistan parçe kiriye, ne amade ne ku siyaseta xwe li hember Kurdan biguhêrin.

Bextiyar berxwedana dîrokî ya gelê kurd ku li dijî Tirk bibîrxist û ev tişt anî ziman:

“Bila Tirkiye li dîroka êrîşên xwe vegere.

Di nava 200 salan de, gelek serhildanên Kurdan çêbûne.

Dewleta Tirk di dirêjahiya dîrokê de, ti caran di êrîşên li dijî Kurdan de bi ser neketiye, ji ber vê yekê divê çareseriya siyasî bipejirîne.

Cebar Yawer bersiva liv û tevgera PDK’ê ya li Biradostê neda

Emîndarê Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer xwe ji pirsek derbarê liv û tevgera hêzên 80’en a li Biradostê veda û got;

Dikarin vê pirsê ji berpirsên wê hêzê bikin.”

Di demên dawî de liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li Herêma Biradostê zêde bûye.

Back to top button