Li Idlibê dewriya Rûsye-Tirkiye careke din hat armanckirin

Dewriya Rûsî careke din li ser reya Heleb -Laziqiyê hat armanckirin. 

Çavêdêriya Sûrî ragihand ku îro gava dewriya hevbeş a Rûsî û Tirkî wê derketiba, li ser reya Heleb-Laziqiyê li nêzî Orim El-Cewiz li başûrê Idlibê bi topên “RBG” hat armanckirin.

Derbarê kuştî û birîndaran ti agahî nehatine bidestxistin.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din jî, dagirkeriya dewleta Tirk şandina maşîneyan bo Idlibê didomîne.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku duh dewleta Tirk 20 maşênîyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi derbasbûna vê karwanê jî, jimara giştî ya maşîneyan bû 9 hezar û 440 maşîne.

Back to top button