Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dixwazin herêmên ku dagir kirine berfireh bikin, rastî berxwedana bê navber ya gel û şervanên QSD’ê tên.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek encamê 24 saetên dawî yên berxwedana Rûmetê eşkere kir.
Artêşa dagirker û komên çete ku agirbestê binpê dikin li seranserê herêman êrîşên xwe yên hewayî û bejahî didomînin û hewild didin qadên nû dagirbikin.
QSD jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dide êrîşan û li heremê şerek giran rû dide.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek encamê 24 saetên dawî yên berxwedana Rûmetê eşkere kir.
Li gor daxuyaniyê,
Li eniya Zirgan û Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo herêmên ku dagir kirine berfireh bikin, bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Til el-Werd, Til Mihemed, Bab el-Xêr û Til Şeîr, Rihaniyê û gundê Amiriyê.
Şervanên QSD’ê di çerçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşên dagirkeran.
Li eniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran û balafirên bê mirov ve êrîş birin li ser gundên Kefîfa, Mişêrfa û Kor Hesen yên ku sivîl lê dimînin.
Şervanên QSD’ê di çerçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşên dagirkeran û li van gundan şerekî giran qewimî.
QSD’ê diyar kir ku di encama vî şerî de 7 şervanên QSD’ê piştî berxwedaneke mezin şehîd bûne û 12 şervanên QSD’ê jî birîndar bûne.