NY, hebûna çeteyên dewleta Tirk û bi hezaran çekdarên biyanî li Lîbyayê, sedema sereke ya ne-çareserkirina aloziyê dibîne.
Şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku nêzî 20 hezar çekdar û çeteyên biyanî li Lîbyayê hene.
Li ser vê jî, hişyariya “aloziyeke tirsnak”, li gel herikîna çekan da..
Stephanie teqez kir ku binpêkirineke mezin a serweriya Lîbî û her wiha binpêkirineke eşkere ya qedexekirina çekan heye.
Jixwe herî dawî, dewleta Tirk di nava 4 rojan de, 5 balafirên leşkerî derbasî Lîbyayê kirin.