Artêşa Lîbî: Tirkiye çeteyên xwe ji Azerbeycanê vegerandin welêt

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî ragihand ku Tirkiyê çeteyên ku şandibûn Azerbeycanê vedigerîne Lîbyayê. 

Li gel vê metirsiya navdewletî, wa ye çeteyên Enqereyê dîsa berê xwe didin Lîbyayê.

Ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbî Xalid Mehcûb ji malpera Eyn el-Exbariye re ragihand ku Tirkiyê çeteyên Sûrî yên li Azerbeycanê şer kirine, careke din zivirandin welêt.

Mehcûb behsa balafirên Tirkiyê yên navborî jî kir, ku Artêşa Niştimanî gihaştina wan berî çend rojan şopand û çeteyên Sûrî pê vegerandin.

Mehcûb teqezî li ser bidawîkirina rêxistina Ixwan el-Muslimîn, Tirkiye û Qeterê kir, ku dê Tirkiye encamên destwerdana xwe li welat pir giran bide.

Enqere li ser xerakirina agirbesta ku 23 Cotmehê hatibû lihevkirin, dixebite..

Ew jî hem bi rêya şikandina bendên lihevkirinê, ku hîna çeteyan li ser erda Lîbyayê perwerde dike, hem jî bi rêya şandina çekan.

Back to top button