Michlle Bachelet: Li herêmên ku dewleta Tirk lê ne sûc tên kirin

Piştî eşkerekirina rapora Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Serbixwe ya NY, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY jî, derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên dagirkirî pêk tîne diyar kir ku bûyerên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin di çarçoveya sûcê şer de ne û got, “Tirkiye ji vê yekê berpirsyar e.”:

Piştî eşkerebûna rapora Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyê ya Serbixwe ya NY, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet daxuyaniyek da.

Bachelet li Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê daxuyanî da û bal kiand ser sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dike û got:

Li bakur-rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê li cihên ku Tirkiyê û komên çete lê ne, tundî û sûc pêk tên.

Li gelemperiya Sûriyê binpêkirina mafên mirovan a li dijî sivîlan û binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî dewam dike.

Buroya Mafên Mirovan a NY bi belge kir, ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li van herêman mirina mirovan zêde bûye.

Michlle Bachelet Di çarçoveya sûcên şer de, Tirkiye jî berpirsyar e

Bachelet diyar kir ku komên çete ên dewleta Tirk şêniyên herêmê direvînin, êşkence dikin, mal, zevî û milkên gelê herêmê bi zorê desteser û talan dikin, ji herêmê tên derxistin û weha domand:

Kiryarên li van herêman di çarçoveya sûcên şer de ne, Tirkiye ji van bûyeran berpirsyar e.

Lewma em bang li Tirkiyê dikin ku têkildarî, sûcên ku me piştrast kirine tavilê dest bi lêpirsîneke bê-alî û serbixwe bike û berpirsyaran eşkere bike.

NY: Rapora sûcên şer ên li Efrîn û Serêkaniyê raxist pêş çavan

Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navnetewî a NY jî, li gorî şerê navbera Çile û Tîrmeha 2020’an ê li Sûriyê, raporek amade kir û 16’ê Îlonê eşkere kir.

Di raporê de, ji bo belgekirina sûcên şer ên dewleta Tirk û komên wê li Efrîn û Serêkaniyê, wêne û dîmenên hatine kişandin, hatin parvekirin.

Rapora ku sûcên şer ên dewleta Tirk û komên wê belge dike, wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan ên NY’î bê kirin.

NY: Li Serêkaniyê û efrînê yên dagirkirî sûcên şer tên kirin

Komîsyona Lêpirsîn a Sûriye a Serbixwe ya NY jî, rapora têkildarî Sûriye ya di navbara Çile-Hezîranê de hatibû amadekirin, 15’ê Îlonê eşkere kir.

Di raporê de hate destnîşankirin ku êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokan, tundiya li ser sivîlan, bi zorê desteser-kirina milkên wan her roja diçe zêdetir dibe.

Malbatên Kurd neçarî koçberiyê tên kirin, malên welatiyan tên dizîn, bi êşkence, revandin, dayîne fide û hwd re rûbirûne.

Dîsa li girtîgehên Efrînê tundiya li ser jin û mêr hatiye belkgekirin. . Ji van sûc û hemû binpêkirinan, dewleta Tirk berpirs e.

Back to top button