“WHO” Hin şîretên girîng ji bo xweparastinê dan

Bi hatina meha rojiya Remezanê re, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî “WHO” ji bo silametî û parastina ji vîrûsa Coronayê, hin têbînî dan. 

Li gorî rêxstinê, kesên saxlem dikarin rojî bigirin, lê yê nexweş divê ji bijîşakên xwe bipirsin.

WHO, bang li hikumetan kir ku “di vê mehê de, bi awayekî cidî nêzî biryara qedexeya derketina derve bibin û di dema fitarê de jî ti kombûn çênebin”.

Ji bo xêr û zekatê jî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, hişyar kir ku “divê ev yek di çarçoveya tebîrên xweparastinê de pêk werin”.

Back to top button