PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2. li dar xist

PYD’ê ya herêma Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist. 32 nûner, 25 jî ji bo rêveberiya meclisa partiyê ya Girê Spî hatin hilbijartin.

Li Eyn Îsayê bi beşdariya 250 delegeyên ji şêniyên Girê Spî, PYD’ê kongreya xwe li dar xist.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim behsa aloziya Sûriyê kir û anî ziman “Sedema dirêjbûna aloziyê serhişkiya hikumeta Şamê û neqebûlkirina wê ya diyalogê ye.”

Enwer Muslim eşkere kir ew hewl didin bibin aliyekî çareser ji aloziya Sûriyê re û li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an çareser bikin.

Paşê ji bo endam û nûnerên nû hilbijartin hate kirin, 32 endam weke nûner, 25 jî ji bo rêveberiya meclisa partiyê ya Girê Spî hatin hilbijartin.

Kongre bi encamnameyê bi dawî bû.

Back to top button