Sozar Avesta: Plana Şengalê berdewamiya kopmloyê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku bi peymana navbera PDK- Dewleta Tirk û hikumeta Iraqê, dixwazin komkujiya Şengalê temam bikin.

Avesta anî ziman jî ku civaka Êzidî ne bi tenê ye û kesên ne rewa ew in yên gel bi qirkirinê re hiştin û reviyan.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û têkildarî plana PDK, Dewleta Tirk û Bexdayê ya li ser Şengalê axivî.

Sozdar Avesta bal kişand li ser dîroka ragihandina peymana li ser Şengalê û got:

9’ê cotmehê dîroka destpêkirina komploya li ser Rêber Ocalan e, dîroka dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ye.

Mirov dikare bibêje, peymana li ser Şengalê, beşekî vê komployê ye.

Sozdar Avesta da zanîn ku ev plan bi fermana dewleta Tirk pêk tê û dixwazin tiştê ku DAIŞ’ê bi ser nexistiye, temam bikin.

Sozdar Avesta: Emê nehêlin ev peyman bikeve meryetê

Sozdar Avesta her wiha ev plan weke temamkirina planên li ser Rojavayê Kurdistanê jî nîşan da û axaftinên PDKê yên dibêjin hêzên li Şengalê ne rewa ne jî bi bîr xist.

Sozdar Avesta: PDK ya ku reviya ne rewa ye

Sozdar Avesta bang li hikûmeta Iraqê kir ku di destûra Bingehîn a Iraqê de xweseriya Şengalê nas bikin û biştgiriya vîna heyî bikin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta her wiha bang li civaka Êzidî jî kir ku li dora YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê, hêza xwe mezin bikin û her kesê derve jî vegere Şengalê û xwedî lê derkeve.

http://sterktv.net/1900-bernama-taybet-sozdar-avesta-20-10-2020/

Back to top button