PKK: Divê aloziyê çareser bibe..em jî amade ne berpirsiyariyên xwse bi cih bînin

Komîteya Peywendiyên Derve ya PKK’ê, bang li YNK’ê kir ku divê pirsgirêkên rûdayî, li gorî mekanîzmeyên partiyê yên ku ji aliyê kongreyê ve hatine hilbijartin bi diyalogê bên çareserkirin.

Her wiha PKK’ê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirikê ew amadene ku bi erka xwe rabin.

Ev hefteyeke di navbera hevserokên Yekîtiya Nîstîmanî Kurdistan-YNK’ê Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî kirîzek siyasî heye.

Piştî ku Bafil Talabanî bi alîkariya hin aliyan rêveberên yekîneyên îstîxbarat û dijeteror yê ku nêz Lahor Şêx Cengî erk girt, û kanala iPLUS a Lahûr Şêx Cengî da girtin, ev kirîz kûrtir bû.

Der barê krîza di nava rêveberiya YNK’ê de rû daye, Komîteya Peywendiyên Derve ya PKK’ê, bi navnîşana “Banga Me ya ji Rêveberiya YNK’ê re” peyamek şand.

Li ser rola YNK’ê ya li parçeyên din ên Kurdistanê jî Komîteya Peywendiyên Derve ya PKK’ê îşaret bi van xalan dike:

“YNK biqasî li Başûrê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê û li her ciheke Kurd lê hene jî xwedî girîngiye û nirx jêre tê dayîn.

Dîsa biqasî xebatên yekîtiya netewî, di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên nava Kurdan de jî timî hewl daye bi rêyên diyalogê pirsgirêkan çereser bikin.

Bendewariya me ewe ku divê pirsgirêk bêyku ji demê re were hiştin û kûrkirin bi diyalogê were çareserkirin.”

Di çarçoveyê de, PKK’ê tekez kir “Di pêvajoyeke wiha de, divê pirsgirêkên navxweyî neyên kûrkirin û nakokiyên wiha, wê bandorê li rola YNK’ê bikin û doza Kurdî jî rûbirûyî metirsiyê re bihêle.

Divê pirsgirêkên rûdayî, li gorî mekanîzmeyên partiyê yên ku ji aliyê kongreyê ve hatine hilbijartin bên çareserkirin.”

Komîteya Peywendiyên Derve ya PKK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî diyar dike,ew amadene berpirsyariyên xwe bicîhbînin û ev tişt tîne ziman;

“Weke partî, me her timî rola YNK’ê ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê de hilda dîqetê û girîngî pê da.

Em her timî girêdayî rêbaza hevalatiya Birêz Celal Talabanî, Îbrahîm Ehmed û Rêber Abdullah Ocalan û feraseta wan a çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyaloga hevpar man.

Di dema pêş me de jî ji bo YNK rol û misyona xwe li ser vê xetê bilîze, çi berpirsyarî bikeve ser milê me, em amadene bicihbînin.

Daxwaza me ewe ku di demeke herî zûde bêyî yên dijber û dijminên gelê Kurd kêfxweş bikin û YNK zirerê bibîne; dibêjin divê pirsgirêk bên çareserkirin.”

Back to top button