HPG’ê şehadeta 3 gerîlayên jin eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jin yên li Bagokê şehîd bûn eşkere kir û got: Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet kar kirin.
Bi şehadeta xwe xeta têkoşînê ya rast nîşanî me da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 3 gerîlayên jin eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku 4’ê Tebaxa 2023’an li qada Bagokê ya Mêrdînê di êrîşa dijmin de ji fermandara YJA Starê Gulbahar, Eylem û Dîcle şehîd bûn.

HPG’ê li ser kesayeta Şehîd Gulbahar Mercan ev yek got:

Hevrêya me Gulbahar fodalîzam civakî a li jinê tê ferzkirin ti carî qebûl nekir, her tim li dijî van ferasetan têkoşiya.

Her ku analîz, parêznameyên Rêberê me yên têkildarî azadiya jinê xwend, nakokiyên xwe ji holê rakir û ew veguherand têkoşînê.

Tevlîbûna Gulbahar ya li nava refên gerîla bandoreke mezin li nava malbatê kir û xwişk û birayên wê jî beşdarî nava refên têkoşînê bûn.

Şehîd Gulbahar sala 2014’an li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li kobanê şer kir.

Bi şehadeta xwe xeta têkoşînê ya rast nîşanî me da.

HPG’ê diyar kir ku şehîd Eylem Mûnzûr jî bi tevlîbûna xwe ya rast, pêşketineke mezin bi dest xist û got:

Bi gotina ‘Eger jiyana min rojek jî be, divê teqez li çiyê û bi azad be’ wateyeke mezin da, her kêliya jiyana gerîla ji xwe re kir esas.

Bi kedeke mezin li ser bingehê rêgezên bîrdozî yên PKK û PAJK’ê di kesayeta xwe de asteke girîng derxist holê.

Li ser kesayet û têkoşîna şehîd Dîcle Eylem jî, HPG’ê wiha anî ziman:

Hevrêya me Dîcle çiyayên Kurdistanê weke cihê ku têkoşîna xwe lê bimeşîne dît û dawiya 2012’an bi kelecan û coşek mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrê Dîcle di destekî xwe de kamera û destê din de jî çek, li Zagrosan gir û gelî nehişt ku neçûyê.

Armanca wê ya bingehîn azadiya rêber Apo bû.

Gor Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd weha ye.

Nasnav: Gulbahar Mercan
Nav paşnav: Şekîrnaz Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Mîran
Bav: Îskan
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023, Mêrdîn

Nasnav: Eylem Mûnzûr
Nav paşnav: Emîne Kaplan
Cihê jidayikbûnê. Êlih
Dayik: Dîlber
Bav: Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023, Mêrdîn

Nasnav: Dîcle Eylem
Nav paşnav: Leyla Gulcu
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Ayten
Bav: Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023, Mêrdîn

Back to top button